Li Sêwazê otobus welgeriya: 2 kesan can da, 23 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Kamîlava (Îmranli) ya bi ser parêzgeha Sêwaz a Bakurê Kurdistanê ve otobuseke rêwiyan welgeriya û di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da, 23 kesên din jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a ji Yalova ve ber bi Erzînganê ve diçû di daketina navçeya Kamîlava ya Sêwazê de welgeriya
Li ser agahdariya kesên derdorê gelek tîmên polîs, cendirme, AFAD û tîmên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê û aşkera bû 2 kesan canê xwe ji dest daye, 23 kesên din jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Dewletê ya ya li Kamîlavayê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin