Li Sêweregê zarokê 9 salî di ava golê de fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê zarokekî 9 salî di ava gola avdaniyê de fetisî.
Bûyer, li gundê Demircilerê ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, çêbû. Zarokê bi navê Musa Huz, dema ket avê, di avê de wenda bû.
Piştî malbat û eqrebayên wî 2 seet lê geriyan, karibûn xwe bigihînin cesedê Musa Huz. Tîmên tenduristiyê piştî liyê bûyerê lêkolînan kirin, ji bo otopsiyê cenaze birin morga nexweşxana dewletê ya Sêweregê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin