Li Samê goreke mezin a komî hate dîtin

15 December 2024 13:08 0 dîtin
Li Samê goreke mezin a komî hate dîtin

PeyamaKurd – Li gundewarên paytexta Sûriye Şamê, goristaneke mezin a komî ya rejîma rûxiyayî ya Esed hate dîtin ku tê çaverêkirin termê bi hezaran kesên kuştî tê de bin.

Li gorî çavkaniyan, rejîma Esed di maweya şerê navxweyî de, bi hezaran kes kuştine û ew li goristanên mezin ên komî veşartine. Li gorî wêneyên ji ezman ve hatine kişandin, di qada goristanê ya gundewarên Şamê de çalên gelek mezin hene.

Hîn karê tespîtkirinê dest pê nekiriye, tê gotin ku di goristanên herêmê de bi hezaran Sûrî hene ku ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û ti agahî ji wan nehatiye girtin.