Li Sason a Batmanê otomobil di helan de çû xwarê: 1 mirî û 6 birîndar hene
PeyamaKurd - Li navça Sason abi ser bajarê Batmanê otomobil di helan de çû xwarê. Di encamê de kesekî mir û 6 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Latif Şahin dajot, desthilata xwe wenda kir û di helan de ket jêr. Li ser agahdarkirina kesên ku bûyerê dîtin, tîmên tenduristiyê, cendirme çûn ciyê bûyerê.
Di encama kontrola tîmên tenduristiyê de Gülsüm Kaplan li ciyê qezayê mir û 6 kes jî birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Sason û ya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin