Li Selend a hevsînorê Îran û Iraqê erdhejeke bi pileya 4,8an çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Dezfûl a eyaleta Xuzistan a Îranê ya hevsînorê Iraqê, îro demek berê erdhejeke bi dijwariya pileya 4,8an çêbû.
Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku navenda erdhejê bajaroka Selend a bajarê Dezfûlê ye di kûrahiya 9 kîlometran de çêbûye û pileya wê jî 4,8 e.
Li ser ziyanên erdheja ku li demjimêr 13:17ê îro Yekşemê rû daye hîn ti agahî û daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin