Li Semsûrê karkerê elektrîkê pê girt û jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Kolikê (Kahta) karkerê bi navê Yunus Taşkin (42) di şîrketa înşaatê de dixebitî. Li gundê Göçeriyê elektrîkê pê girt û giran birîndar bû.
Taşkin birin nexweşxana dewletê ya Kolikê. Tevî doktor mudaxele bi Taşkin kirin jî li nexweşxanê can da.
Nehat ragihandin bê çima û çawa elektrîkê bi Yunus Taşkin girtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin