Li ser daxwaza NATOyê 200 leskerên Îngîltere gihan Kosovayê

06 October 2023 23:20 0 dîtin
Li ser daxwaza NATOyê 200 leskerên Îngîltere gihan Kosovayê

PeyamaKurd – Piştî bûyerên li Kosovayê, li ser daxwaza NATOyê 200 leşkerên Îngîlîz hatin wezîfedarkirin ji bo Kosovayê û niha ew leşker îro gihane Kosovayê. 200 leşkerên Îngîlîz tevlî leşkerên Îngîlîzan yên ku berê li Kosovayê bûn û jimara wan 400 bû, bûn.

NATO bi nivîskî ragihand ku 200 leşkerên Brîtanyayê îro gihane Kosovayê û tevlî Hêza Aştiyê ya li Kosovayê (KFOR) bûn e.

KFOR, ji leşkerên 27 welatan pêk tê û niha 4.500 xebatkarên wan li Kosovayê ne û ji 12 ê Hezîrana sala 1999an de weke hêzên aştiyê wezîfe dikin.