Li ser êrîsa Moskovayê 3 kesên din jî hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd – Li ser êrîşa ser salona Moskovayê ya konserê ya bi navê "Crocus City Hall"ê, ji 11 girtiyan 3 ji wan ji ber êrîşa 22yê Adarê, ji hev cuda derxistin ber dadgeha Herêmê ya Basmanniyê. Tewana wan; ‘bicîhanîna êrîşa terorê ku bi kuştinê encam daye û weke endamê grûbekî organîze bûyerê kirine’ ye.
Dadgeh, ji bo her dû birayên gumanbar Aminçon û Dilovar İslomov û bavê wan İsroil İslomov biryarê da ku heya 22ê Gulanê di zîndanê de girtî bimînin. Hat ragihandin ku Aminçon û İsroil İslomov her weha hemwelatiyên Rûsyayê ne jî.
Dadgeh her weha ji bo kesên ku êrîşê raste rast kirine ji bo hemwelatiyên Tacikistanê ji bo Dalercon Mirzoyev, Saidakram Murodali Raçabalizoda, Fariduni Şamsidin û Muhammadsobir Fayzov jî heman biryarê da ku heya 22ê Gulanê di zîndanê de bimînin.
Bi vî awayî di doza êrîşa ser salonê de, ji 11 binçavkiriyan 7 kes ji wan şandin zîndanê.
Komîta Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihandibû ku di êrîşê de 137 kes mirine û ji sedî zêdetir birîndar hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin