Li ser sînorê Lubnanê rojnamevanekî hat kustin

13 October 2023 21:31 0 dîtin
Li ser sînorê Lubnanê rojnamevanekî hat kustin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Necib Mikati ragihand ku li li ser sînorê Lubnanê artêşa Îsraîlê rojnamevanan kiriye hedefa xwe û di encamê de rojnamevanekî hatiye kuştin. Mikati ji bo malbata rojnamevan û mirovên wî sersaxiyê û ji bo birîndaran şîfayê xwest.

Baregeha serokwezîrtiya Lubnanê mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de belav kir û got:

“Îsraîl bi vê êrîşê, rezaletekî nû li sîcîla xwe ya reş zêde kir.”

Di êrîşa Îsraîlê ya ser sînorê Lubnanê ya ser rojnamevan de rojnamevanekî mir û 5 kes jî birîndar bûn.