Li Sêwasê erdhej çêbû!
PeyamaKurd – Li navçeya Guruna Sêwasê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, di saet 01.27an da erdhejeke bi lerza 4,4an pêk hat ku navenda wê navçeya Guruna Sêwasê ye.
Li aliyê din hat tesbîtkirin ku erdhej 5,33 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
"Rewşa neyînî tune ye"
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiya Sêwasê hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî erdhejê ekîbên AFADê û saziyên pêwendîdar ji bo şopandina qadê ber bi herêmê ve hatine şandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heya niha rewşek neyînî nehatiye ragihandin. Em ji welatiyên xwe yên di erdhejê de zirar dîtine re sersaxiyê dixwazin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin