Li Silêmaniyê êrîsa çekdarî li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hat kirin
PeyamaKurd – Îro danê sibê li Silêmaniyê li ber avahiya komeleyê bi çekê êrîşî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê kirin.
Li gorî zanyariyan, endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê dema ji avahiya komeleyê derdiket, rastî êrîşa kesekî yan kesên nenas hat.
Hat ragihandin ku endamê komeleyê yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Sarê û rewşa wî giran e.
Herwiha hat destnîşankirin, derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û kamerayên ewlehiyê yên li herêma ku êrîş lê hat kirin tê kontrolkirin.
Li gorî agahiyan navê kesê êriş lê hatiye kirin, Hûseyîn Arasan e û ji bajarê Mêrdîn ê Bakurê Kurdistanê ye. Hûseyîn Arasan li bajarê Tirkiyeyê Izmîrê di sala 1978’an de ji dayik bûye.
Hat zanîn ku Hûseyîn Arasan ji ber doza siyasî ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û niştecihê Silêmaniyê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin