Li Sîngapurê bi rêya Zoomê cizayê darvekirina hat dayîn
PeyamaKurd – Dadgeheke Sîngapurê bi rêya vîdeokonferansê kesek darizand û di encamê de cizayê darvekirinê bo wî da.
Dadgeha Sîngapurê Punithan Genasanê 37 salî ku bi tawana "kaçaxiya madeyên hişber" dihat darizandin, bi cizayê darvekirinê ango îdamê ciza kir.
Rewangeha Mafê Mirovan a wî welatî derbarê biryarê de daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe li hemberî biryarê nîşan da, “Sepandina cizayê darvekirinê stemkar e û nabe li mirovekî were sepandin. Bikaranîna bernameyeke teknolojîka a wekî Zoomê vê yekê hêsantir dike.”
Berdevkê Dadgeha Bilind a Sîngapurê ji Reutersê re axivî û amaje kir ku “dozgerî ji ber ewlehiya hemû kesan biryareke wiha daye û daraz birêya vîdeokonferansê kiriye.”
Demek berê li Nîjeryayê jî bi rêya vîdeokonferansê cizayê dervekirinê li kesekî hatibû sepandin.
Kompaniya Zoom ê ku navenda wê li Kalîforniyayê ye heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin