Li Sirnexê du qeza çêbûn: 2 mirî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li navçeya Cizîrê TIR ekî li hemwelatiyekî xist û di encamê de hemwelatî can da. Li navenda Şirnexê jî qezayekî çêbû û di encamê de jinekî can da.
Li ser rêya Cizîr û Silopiya li rawesgehekî zilamê 50 salî yê bi navê Ekrem Akça dema ji rexekî bo rexeka dinê ya rê derbas dibû TIR ekî lê da û Akça birîndar bû. Tîmên renduristiyê wî birin nexweşxana dewletê ya Cizîrî lê li wê derê wefat kir. Piştî otopsiyê cenazê wî li goristana esrî hat defnikirin.
Di qeza ku li navenda Şirnexê çêbû 4 kes tê de birîndar bûn. Ji wan birîndaran jina bi navê Melîke Caner li nexweşxanê wefat kir. Birîndarên din tên dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin