Li Stenbolê sewateke mezin: 27 kesan can da
PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di avahiyeke 16 qat de şewateke mezin derket.
Li gorî zanyariyan di encama şewata ku li taxa Gayrattepe ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê li klubeke binê avahiya 16 qatan de çêbûye de herî kêm 27 kesan can da û kesek jî birîndar bû

Piştî hewldanên çend saetan ên tîmên agirkujiyê bi zehmetî şewata hate vemirandin û hemû kesên di wê avahiyê de hatin tehlîyekirin.
Hate ragihandin ku 5 kes bi gumana bûne sedema şewatê hatine binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin