Li Stenbolê Panela Fikirîn, Nivisîn û Wesandina Bi Kurdî birêve diçe

03 February 2020 13:47 0 dîtin
Li Stenbolê Panela Fikirîn, Nivisîn û Wesandina Bi Kurdî birêve diçe

PeyamaKurd - Zanîngeha İstanbul Bilgiyê, Weqfa Îsmail Beşikci, Pekhateya Çandên Tirkiyeyê û Weşanxaneya Peywendê li ser rewşa weşangeriya kurdî, pirsgirêk û çareseriyan li Stenbolê panelekê bi navê ‘Fikirîn, nivisîn û weşandina bi kurdî: azmûn, pirsgirêk û pêşniyar’ li dar dixe.

Panela bi navê “Fikirîn, nivisîn û weşandina bi kurdî: azmûn, pirsgirêk û pêşniyar” 8ê Sibatê li Zanîngeha Bilgiyê li dar bikeve. Panel li Santralistanbula Zanîngeha İstanbul Bilgiyê saet di 14.00yan de dest pê dike û heya saet 18.00an dewam bike. 

Rûniştina ewil bi dirûşmeya 'Teorî bi Kurdî Xweş e' dest pê dike. Di panelê de hîndekarên zankoyê, nivîskar, weşanger û rexnegir beşdarî bernameyê dibin û li ser fikirîn, nivisîn û weşandina bi kurdî: azmûn, pirsgirêk û pêşniyar’ biaxivin.

Bernameya panela Kurdî li Stenbolê wiha ye: