Li Sûriyê fermandarekî pilebind ê Îranê hate kustin

28 November 2024 18:52 0 dîtin
Li Sûriyê fermandarekî pilebind ê Îranê hate kustin

PeyamaKurd – Medya Îranê ragihandiye ku îro 28ê Mijdarê şêwirmendekî leşkerî yê pilebilind ê Îranî li Sûriyê hatiye kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Danişcû ya Îranê, Fermandarê Şêrwirmendên Leşkerî yê Îranê Lîwa Kiyumart Pûrhaşimî, di encama êrîşekê de li bajarê Helebê ya Sûriyê, hatiye kuştin.

Berî niha jî di êrîşên leşkerî yên li ser baregehên Sûriye û milîsên nêzîkî Îranê de, şêwirmend û fermandarên leşkerî yên Îranê bûne armanc.

Hêjayî gotinê ye, rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ- El Nûsra ya berê) ev du roj in hemleyeke mezin a leşkerî li Helebê daye destpêkirin ku di şerê heta niha jî nêzî du sed kes hatine kuştin û hêremeke berfireh jî ketiye kontrola wê rêxistinê.