Li Tehranê cardin keçeke Kurd hate îskencê kirin û kete komayê

04 October 2023 17:47 0 dîtin
Li Tehranê cardin keçeke Kurd hate îskencê kirin û kete komayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Tehranê bûyereke din a wek ya Jîna Emînî rû daye û keçeke Kurd çima ku serê xwe girê nedaye ji aliyê polîsê ehlaqê ve hatiye îşkence kirin û niha di komayê de ye.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, çend roj berê keçeke temen 16 salî ya bi navê Armîta Gerrawend a xelkê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ya rûniştvana Tehranê, dema ku xwestiye bi metroyê biçe dibistanê, di nav metroya Şûheda ya Tehranê de bi bahaneya li berçav negirtina pîvanê serê xwe girêdanê, ji aliyê polîsê ehlaq ê bajar ve hatiye lêdan û niha ji ber wê lêdanê li nexwaşxaneyeke bajar di komayê de ye.

Medya nêzîkî hikûmeta Îranê jî îdia dike, Armîta ji ber nexwarina taştê fişara xwîna wê daketiye û ji ber wê jî ji ser hiş çûye û ti pêwendiyek bi polîsê ehlaqê ve nîne. Herwiha gelek vîdeoyên di dema siwarbûna metroyê û anîna wê ya xwarê ji metroyê hatin belav kirin.

Medya Îranê vîdeoya dayîk û bavê wê keçê belav kirine ku dibêjin keça wan ji ber fişara xwîna wê daketiye wisa lêhatiye, lê li gorî Hengawê û hin çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ew dayîk û bav di bin fişarê de bûne dema ku ew vîdeo hatine tomar kirine û ew axaftin kirine.

Li aliyî din di torên civakî de gelek kes jî dibêjin çîroka wê jî wek a Jîna Emînî ye û sala borî ji aliyê polîsê ehlaqê ve li Tehranê hatibû kuştin.