Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdana hilbijartinên dubare dest pê kir
PeyamaKurd – Li ser biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) îro 2yê Hezîranê li 7 navendan hilbijartinên dubare yên şaredariyan têne kirin ku 58 hezar û 259 hilbijêr li 312 sindoqan deng didin.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de îtiraz li ser encamên hina deveran hatibûn kirin û biryar hatibû dayîn, li 3 navçe û 4 bajarokan 2yê Hezîranê hilbijartin bên dubarekirin û li 212 taxan jî muxtar ji nû ve bên hilbijartin.
Li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê jî hilbijartin tê dubarekirin ku DEM Partiyê 31ê Adarê ji sedî 33,20ê dengan AK Partiyê jî ji sedî 30,72yê dengan standibû.
Dengdan di navbera 08:00 û 17:00an de dê karibin dengê xwe bidin û li gorî yasayê qedexeya weşanê heta demjimêr 21:00ê dê berdewam bike.
Li Tirkiye Bakurê Kurdistanê deverên dengdana dubare tê kirin:
Bakurê Kurdistanê
Riha - Curnê Reş
Dêrsim - Mêzgir - Perî
Sêwaz - Norxan - Guneykaya
Tirkiye
Aksaray - Guzelyurt
Kayseri - Pinarbaşi
Kirklareli - Luleburgaz- Buyukkariştiran
Aksaray - Saglik

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin