Li Tirkiyeyê internet hat astengkirin: Bê VPN Twitter naxebite

08 February 2023 20:05 0 dîtin
Li Tirkiyeyê internet hat astengkirin: Bê VPN Twitter naxebite

PeyamaKurd – Piştî serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a herêma erdhejê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka giranbûna internetê derket holê.

Di serî de Twitter û gelek malperên medya civakî ku ji bo hawara qurbaniyên erdhejê û belavkirina agahiyan çavkaniyên serekî ne, îro 8ê Sibatê danê êvarê pir giran dixebitin û bê VPN kar nakin.

Ji aliyê saziya çavdêriya ewlekariya sîber a internetê NetBlocks ve jî hat piştrastkirin ku li Tirkiyeyê Twitter hatiye astengkirin û bê VPN ketina wê zehmet e.

Piştî astengiya li ser Twitterê bi rêya VPNan bertek hatin nîşandan ku dibêjin, “Bangên alîkariyê û hawarçûna mexdûrên erdhejê hatiye qutkirin”.