Li tunela bendava Farqînê (Sîlvan) de 18 karker bi xaza metanê bi jehrê ketin

29 July 2022 21:42 0 dîtin
Li tunela bendava Farqînê (Sîlvan) de 18 karker bi xaza metanê bi jehrê ketin

PeyamaKurd – 18 karekerên ku bedava Farqînê ya hîdroelertrîkê de, di tunelê de dixebitîn li texma gundê  Gevlera (Babakaya) di wexta xebatê de bi xaza metanê bi jehrê ketin. 18 karker piştî xaza metanê alarm da, derketin derveyê tunelê lê hinek ji wan bi alîkariya hevalên xwe karibûn derên derveyê tunelê.

18 karkerên bi jehra xaza metanê ketin, ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin ji bo nexweşxana dewletê ya Farqînê ya bi navê Dr. Yusuf Azizoğlu. Tîmên AFAD ê ku ji 12 kesan pêkdihat ji bo asta xaza metanê bipîvin çûn ciyê bûyerê.