Li Wanê gaza karbonmonoksîta ku ji sobê derket, bû sedema mirina kesekî

27 February 2025 00:00 0 dîtin
Li Wanê gaza karbonmonoksîta ku ji sobê derket, bû sedema mirina kesekî

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Sixkê (İpekyolu) li taxa Şerefiye, gaza karbonmonoksîta ku ji sobê derket bû sedema mirina kesekî û jehrbûna 3 kesan.

Ji gaza karbonmonoksîtê O.T. (26), F.Ö. (27), F.K. (31) û E.G. (28) bi jehrê ketin. Tîmên tenduristiyê kesên bi jehrê ketin, birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Wanê.

Piştî dermankirina O.T., F.Ö. û F.K., ji nexweşxanê derketin û rewşa wan başe. Lê E.G. sewqî nexweşxaneyekî dinê kirin lê li nexweşxanê can da.