Li welatê Kongoyê di êrîsa rêxistina çekdar de 14 kes mirin

24 June 2024 20:29 0 dîtin
Li welatê Kongoyê di êrîsa rêxistina çekdar de 14 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Komara Kongoya Demokratîk li eyaleta Kivu ya bakûr li gundê Kyangandayê grûba serhildêr ya bi navê Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) êrîşê bir ser gund û di encamê de 14 sîvîl mirin. Di êrîşa vê hefteya dawiyê ya ADFê de jimara kuştiyan gihaye 80 sîvîlan.

ADF ji dawiya sala 199oan heya niha li Ûganda û Komara Kongoyê xebatên xwe dikin. ADF, di encama yekbûna Artêşa Rizgariya Gel ya Ûgandayê (NALU), Artêşa Rizgariya Misilmanan û Cemaeta Teblîxê ava bû.