Li Xarpêtê (Elazig) êrîsê ser çayxanê kirin: 2 kes birîndar bûn

26 October 2024 22:58 0 dîtin
Li Xarpêtê (Elazig) êrîsê ser çayxanê kirin: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li taxa Rüstempaşa li ser kolana Adnan Orakçıoğlu, êrîşê ser çayxaneyekî kirin. Kesê an kesên êrîşê birin ser çayxanê nasnama wan û sedema êrîşê nayê zanîn. Di êrîşa çekdarî de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxanên Xarpêtê (Elazığ) da wan derman bikin.

Beşa asayîşa bajarê Xarpêtê ya polîsan li ciyê bûyerê lêkolîn kirin û ketin pey êrîşker an êrîşkeran da wan desteser bikin.