Li Xarpêtê di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li kolana Kazım Karabekirê li kargehekî pevçûn derket û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Di serî de kesên bi navê E.Ç. bi O.K. û H.K. re di rêya lelefonê de munaqeşe kir. Paşî E.Ç. bi erebê çû ciyê karê wan û bi demançê li her duyan xist û wan birîndar kir. Hat gotin ku di navbera her dû terefan de pirsgirêka deyn (pere) heye.
Li ser sitendina agahiyan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr. Ji bo girtina gumanbar xebata polîs dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin