Li Zankoya Confluence ya Nîjeryayê 9 xwendevanan revandin
PeyamaKurd – Li dewleta Nîjeryayê li eyaleta Kogiyê li zankoya Confluenceyê, êrîş kirin ser zankoyê û 9 xwendevanan revandin. Di êrîşê de gelek xwendevan karibûn ji destê êrîşkeran birevin.
Li gor ragihandina komserê ragihandinê yê eyaleta Kogiyê, Kingsley Fanwo ku bi nivîskî ragihandina xwe kiriye, li eyaleta Kogiyê li devera Osarayê li zankoya Confşluenceyê kesên çekdar çûne zankoyê û bi çekan li kesên di zankoyê de bûn, xistine. Fanwo, ragihandiye ku 9 xwendeavn ji terefê çekdaran de hatine revandin. Fanwo ragihandiye:
“Me hêzên asayîşê şandiye ciyê bûyerê û hukumet ji bo kesên revandî vegerîne malên wan, ji dest çi were dê bike.”
Li Nîjeryayê di çend salên dawiyê de êrîşên çeteyên çekdar û rêxistinên terorî tên kirin. Li Nîjeryayê ji bilî çeteyên çekdar, rêxistinên Boko Haram, ISWAPO ya ku baskê DEAŞê ye, gelek êrîşan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin