Li Zîkara bajarê Iraqê bi sedan kes li dijî Hikûmeta Iraqê rabûn ser piyan

28 July 2020 13:06 0 dîtin
Li Zîkara bajarê Iraqê bi sedan kes li dijî Hikûmeta Iraqê rabûn ser piyan

PeyamaKurd - Bi sedan kes, li dijî tunebûna elektirîk û xizmetguzariyan, li bajarê Zîkar yê Iraqê dest bi xwepêşandanê kirin.

Li gorî medyaya Iraqê, îro li nahiya Seyîd Dexîl li bajarê Zîkar yê Iraqê, bi sedan kes li dijî tunebûna elektirîk û xizmetguzariyan rabûn ser piyan û xwepêşandan kirin.

Li nahiya Soq El Şiyûx ya heman parêzgehê jî xwepêşandanê dest pê kir û welatiyan rêka navbera Zîkar û Nasiriyê girtin. Daxwaz dikin qaymeqamê nahiyê û tevahiya berpirsên hikûmetê li wê deverê dest ji kar berdin.

Ev çend roj in li Bexdayê jî xwepêşandan tên kirin. Li Bexdayê heta niha 3 xwepêşander hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.