Lîbya: Dibe ku hevkariya bi Tirkiyeyê re berdewam be
PeyamaKurd- Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd Dîbeybe, li ser têkiliyên dîrokî yên navbera Tirkiye û Lîbyayê axivî. Dîbeyde ragihand ku dibe ku hevkariya wan a ligel Tirkiyeyê ya di hin waran de berdewam be.
Abdulhamîd Dîbeybe, li ser mijarê diyar kir ku ji bo welatê wî di warê aborî, siyasî û leşkerî de hevkariya bi Tirkiyeyê re jêneger e.
Li gorî daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîr Dibeybe hat ragihandin, ji ber bidawîbûna dema erka Tevabîl Menekşe yê Ataşeyê Leşkerî yê Balyozxaneya Trablusê ya Tirkiyeyê, Dîbeyê sefîr Kenan Yilmaz û xebatkarên Attaçelikê qebûl kir.
Her wiha ji bilî têkiliyên dîrokî yên xurt ên di navbera Tirkiye û Lîbyayê de di navbera aliyan de li ser warên ewlehî, leşkerî û aborî de gelek peyman hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin