Lijneya Hilbijartinê ya Bilind: Wê 36 partiyên siyasî besdarî hilbijartina 14ê Gulanê bibin

11 March 2023 17:01 0 dîtin
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind: Wê 36 partiyên siyasî besdarî hilbijartina 14ê Gulanê bibin

PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand, wê 36 partiyên siyasî beşdarî hilbijartina 14ê Gulanê bibin.

YSKê ji bo diyarkirina partiyên ku wê di 14ê Gulanê de beşdarî hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên Serdema 28an a Meclîsê bibin kom bû.

Di daxuyaniya YSKê de hat gotin, "36 partiyên siyasî wê beşdarî hilbijartinê bibin. Dengdan wê di navbera saet 08.00-17.00'an de pêk were."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do biryara hilbijartinê îmze kir.

Piştî ku Erdogan di 8ê Hezîrana 2023an de biryara nûkirina hilbijartinan di 14ê Gulanê de îmze kir, ev biryar di hejmara dubare ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di qerara Serokomariyê da hat gotin, "Li gor xala 116emîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê biryar hat dayîn ku Hilbijartinên Giştî yên Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û Hilbijartinên Serokomariyê bên nûkirin."