Lîsteya namzetan li Tirkiyeyê hat wesandin
PeyamaKurd – Lîsteya dawî ya namzetên hilbijartina serokomariyê û biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ku vekirina hesabên diravî yên ji bo berhevkirina alîkariyê dipejirîne, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Di biryara YSKê de lîsteya dawî ya namzedên Hilbijartina Serokomariyê ya ku wê di 14ê Gulana 2023an roja Yekşemê were kirin û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28emîn de cih girt.
Di biryarê de hat destnîşankirin, îtîraz di nav wext de hatine kirin û di lîsteya namzetên demkî ya Serokomariyê ya ku di 28ê Adarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin de hatine qeydkirin ji teref YSKê ve hatine girtin û biryar hat dayîn ku îtîraz bên redkirin.
Nirxandina Lijneyê ji Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Erdogan û Sînan Ogan pêk dihat.
Herwiha di biryarê de dîroka jidayikbûna namzetan û agahiyên zanîngehên ku jê mezûn bûne jî hatin girtin.
Li gorî biryara din a YSKê, namzed wê di Hilbijartina Serokomariyê ya 14ê Gulanê de ji bo komkirina alîkariyê hesabekî biyanî vekin.
Li gor qerara ku di Rojnameyê de hat weşandin, bi şertê ku ji pereyê biyanî derbas nebe, herî zêde 55 hezar 598 TL bexş û alîkariya diravî dikare bi diravî were dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin