Lîsteyeke vekisîna hêzên Amerîkî ji Iraqê tê amadekirin
PeyamaKurd - Ji bo danîna lîsteyeke vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê, Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir; lijneyeke hemahengiya bi Washingtonê re tê amadekirin.
Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand; li dîwana wezaretê, Wezîrê Derve Fuad Husên bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Beha Erecî û nûnerên rayedarên dosyeya ewlehiyê ya li Iraqê re civiya.
Ehmed Sehaf da zanîn: “Di civînê de biryar hat dayîn lijneyeke teknîkî were çêkirin ji bo lîsteyeke vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê were danîn.
Sehaf eşkere kir, ev lijne li ser bingeha wan danûstandinên stratejîk hatiye diyarkirin, ku roja 19ê Tebaxa 2020an de li Washingtonê gera duyem a xebatan bi rê ve çû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin