Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Siya Sûdanî re axivî

09 December 2023 13:30 0 dîtin
Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Siya Sûdanî re axivî

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û tekezî li ser pabendbûna hikûmeta Iraqê bi parastina karmendên dîplomatîk, şêwirmendên Hevpeymanan û dezgehên wan kir.

Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder ragihand, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa El-Sudanî re axivî û wan gotûbêj li ser pabendbûna hikûmeta Iraqê bi parastina karmendên dîplomatîk, şêwirmendên Hevpeymanan û navendên wê kirin.

Ryder da zanîn, Austin êrîşa ku şeva borî li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û herwiha rêze êrişên li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê di hefteyên borî de hatine kirin, şermezar kir.

Herwiha eşkere kir, Austin pêşwazî li daxuyaniya Sûdanî ya do kir ku tê de ew êrîş şermezar kir û ew wek “kiryarên terorîstî” binav kir û got ew êrîş ewlekariya navxweyî ya Iraqê dixe metirsiyê.

Di berdewamiyê de Ryder got, “Komên çekdar ên Îran piştevaniya wan dike, yên wek Hizbullah û El-Nuceba ku her du rêxistinên terorîst in, ji piraniya êrîşên li dijî karmendên hevpeymaniyê hatine kirin, berpirs in.”

Ryder destnîşan kir, “Mafê Amerîka heye xwe ji wan êrîşan biparêze û bersiva wan komên ku êrîşî karmendên Amerîkî û hêzên Hevpeymanan dikin, bide.”

Austin jî eşkere kir û got: “Êrîşên ku ji aliyê milîsên Îran piştevaniya wan dike ve têne kirin, serwerî û aramiya Iraqê têk dide, ewlehiya sivîlên Iraqî dixe metirsiyê û kampanya têkbirina DAIŞê asteng dike.