Lubnanê dest bi bicihkirina leskeran li herêma Lîtanî kir

28 November 2024 08:57 0 dîtin
Lubnanê dest bi bicihkirina leskeran li herêma Lîtanî kir

PeyamaKurd – Artêşa Lubnanê ragihand ku li gorî agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de li herêma Litanî ya Başûr dest bi bicihkirina leşkeran kiriye.

Artêşa Lubnanê ragihand ku hêzên wan bi hemahengî ligel Hêza Aştiyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) dest bi belavkirina hêzên wan li herêma Litanî ya Başûr kirine.

Hat destnîşankirin ku biryara bicihkirina hêzên artêşa Lubnanê li herêma Litanî ya Başûr "li ser esasê pabendbûna bi cîbicîkirina biryara 1701ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û erkên girêdayî wê ye."

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku di navbera hikûmetên Lubnan û Îsraîlê de lihevkirina agirbestê pêk hatiye.