Lubnanê ragihand: Wê Hîzbûllah li basûrê Lubnanê kontrolê bide artêsa Lubnanê

05 December 2024 00:11 0 dîtin
Lubnanê ragihand: Wê Hîzbûllah li basûrê Lubnanê kontrolê bide artêsa Lubnanê

PeyamaKurd - Lubnanê ragihand ku Hîzbûllahê qebûl kiriye li başûrê Lubnanê kontrolê bide artêşa Lubnanê. Wezîrê enformasyonê yê Lubnanê Ziyad el-Makari li Beyrûdê piştî civîna encumena wezîran, di civîna çapemeniyê de axifî.

Makari got ku wê hukumet roja Şemiya pêşiya me civîna xwe li bajarê başûrê Lubnanê wê li Sûrê bike, wê serokerkanê Lubnanê tevî civînê bibe û wê planê artêşê yê bicîhbûna li başûrê Lubnanê ragihîne. Li ser tewrê wezîrên ku Hîzbûllahê di hukumetê de temsîl dikin, Makari got:

“Peymana agirbesê ji aliyê hukumetê de hat kirin. Di peymanê de tesdîqkirina hukumeta Lubnanê û serokê meclisê Nebih Berri heye. Peymana hukumetê kiriye bi zelalî di destê we de heye. Temamê wezîran peymanê îmza kiriye.”

Wezîrê Lubnanê li ser pirsa bê qeweta hukumetê heye ku li başûr kontrolê di destê xwe de bigre de got:

“Em bi artêşa xwe bawerin. Bicîhanîna biryara konseya ewlehiya NY di destê artêşê de ye. Hukumet jî vêya tesdîq dike û wekî dinê ti rê tine.”