Lubnan | Zarokeke Efrînî ya sîrmij di encama sewatekê de can da
PeyamaKurd – Zarokeke Efrînî ya şîrmij yê bi navê Mihemed Hesen, li Lubnanê di encama şewateke di konekî derket, can da.
Li gor çalakvanê Efrînê Mistefa Şêxo ku li Lubnanê niştecî ye eşkere kiriye, di encama şorta elektrîkî de, agir bi konekî ketiye ku ji naylonê hatiye çêkirin û di encama şewatê de, zarokekî şîrmij ku xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye şewitî ye û can daye.
Şêxo destnîşan kiriye, zarokê bi navê Mihemed Hesen Ismaîl xelkê gundê Xazyana yê herêma Efrînê ye û bûyer li bajarokê el-Xaziye, nêzîkê Kampa Eyn el-Hilwê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin