Lûtkeya Bazirganiyê ya Tirkiye û Iraqê bi besdariya nûnerên Kurdistanê pêk tê

17 September 2020 13:00 0 dîtin
Lûtkeya Bazirganiyê ya Tirkiye û Iraqê bi besdariya nûnerên Kurdistanê pêk tê

PeyamaKurd – Li parêzgeha Mersînê ya Tirkiyê, bi beşdariya nûner û berpirsên Herêma Kurdistanê, Çaremîn Lûtkeya Bazirganî û Hilberînê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de bi rê ve diçe.

Çaremîn Lûtkeya Bazirganiyê, ji 16ê Îlonê ve destpê kir û wê heta 20ê Îlonê berdewam bike. Di Lûtkeyê de şandên aborî, bazirganî û karsazên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê beşdar in.

Federasyona Odeyên Bazirganî yên Iraqê, Federasyona Odeyên Pîşesazî yên Iraqê, Federasyona Yekîtiyên Belênderên Iraqê, Yekîtiya Karsazên Iraqê, Konseya Aboriya Iraqê, Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiye-Iraqê û Encûmena Bazirganî ya Iraq-Tirkiyê, herwiha Federasyona Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyên Herêma Kurdistanê di Çaremîn Lûtkeya Bazirganî û Hilberînê ya Tirkiye-Iraqê de beşdar bûn.

Li gor zanyariyan, ji bilî Federasyona Odeyên Bazirganî û Pîşesazî û karsazan, Parêzgahên Duhok û Silêmaniyê jî tevlî lûtkeyê bûn.

Herwiha wê di saet 15:00an de li gel Parêzgarê Mêrsînê bicivin, paşê di saet 17:00an de li gel Serokê Şaredariya Mêrsînê bicivin û serdana çend kargeh û cihên bazirganî yên li parêzgeha Mêrsînê jî bikin.

Di protokola serdanê de û herwiha li afîş û belavokên lidarxistina lûtkeyê de jî, her sê alayên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê hatine danîn.