Macron: “Di hefta pêsiya me de, em ê bi fermandarên artêsên welatên Ewrûpa re bicivin”
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Rûsya ji bo Fransayê û Ewrûpayê bûye tehdîd û wê di hefta pêşiya me de, bi fermandarên artêşên welatên Ewrûpa re bicivin.
Li gor biryara Macron; xwuya dike ku hêviyên qedandina şerê navbera Rûsya-Ûkrayna nemaye û vê daxwuyaniyê daye. Macron got:
“Rûsya bo Fransa û Ewrûpayê bûye tehdîd. Di hefta pêşiya me de em plan dikin ku bi fermandarên artêşên Ewrûpayê re li Parîsê civînekî bikin.
Wekî bersiva banga Şansolya Almanya ya dîrokî, Fransa bi tedbîrên nuklerî, ji bo parastina hevkarên parzemîna Ewrûpayê min munaqeşa stratejik ya parastinê da destpêkirin.
Wê dahatûya Ewrûpayê ne ji aliyê Rûsya an DYA de bê destnîşankirin. Em ê siba li Brukselê bi 27 serok û serokwezîrên Ewrûpa re di zîrwê de gavên girîng bavêjin. Kî dibêje wê Rûsya îro tenê bi Ûkrayna qiyma xwe bîne? Em ê desteka ji bo berxwedana Ûkraynayê dewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin