Macron: Ji ber nebûna aramiyê bi hezaran êzidî nikarin vegerin Singalê
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Mûsilê de ku li deşta Nînowayê dêra Saet ziyaret kir, gotarek pêşkeş kir.
Macron di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şingalê û Êzidiyan û got, ji ber nebûna aramiyê bi hezaran êzidî nikarin vegerin Şingalê û ew bi Hikûmeta Iraqê re ji bo avadankirina Şingalê û vegera koçberan kar dikin.
Emmanuel Macron li Mûsilê li dêra Sa'et destnîşan kir, ji ber nearamiya rewşa Şingalê, bi hezaran Êzidî nikarin vegerin ser mal û cihên xwe û got, ew bi Hikûmeta Iraqê re kar dikin, ji bo koçberan vegerînin û navçeyên wêranbûyî jî avadan bikin û kilîse, mizgeft û balafirxaneya Mûsilê nûjen bikin.
Macron diyar kir, wan biqasî 60 milyon euro ji bo hevkariya koçberan û vegera wan terxan kiriye.
Serokomarê Fransayê da zanîn, ew ê bi berdewamî şerê li dijî terorê bikin, lê şerê rasteqîne ya şerê li dijî terorê, nehîştina sedema belavbûna hizra tundiyê ye û diyar kir, Fransa wê alîkariya xelkê Mûsilê bike û avadankirin bajarê wan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin