Macron ji Erdogan re: Divê em pistgiriya xwe ya ji bo serketina Ukraynayê xurtir bikin

25 February 2023 13:30 0 dîtin
Macron ji Erdogan re: Divê em pistgiriya xwe ya ji bo serketina Ukraynayê xurtir bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got: "Divê em piştgiriya xwe hîn zêdetir xurt bikin da ku Ukrayna bi ser bikeve."

Macron piştî videokonferansa ku bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li dar xist, li ser Twitterê daxuyanî da.

Macron bi bîr xist ku hêzên ewlehiyê yên sivîl ên Fransayê piştî erdhejên navenda Mereşê hatin herêmê û beşdarî xebatên lêgerîn û xelaskirinê bûn, Macron destnîşan kir, her roj 100 birîndar li nexweşxaneya meydanî ya ku Fransa li navçeya Golbaşi ya Semsûrê di vê çarçoveyê da çêkirine tên dermankirin.

Macron wiha got: "Min ji Serokomar Erdogan re teyîd kir ku em bi tevahî seferber û di nav hevgirtinê de ne."

Macron bal kişand ku di derbarê şerê li Ukraynayê de bi Erdogan re nêrînên xwe parve kirine, “Ji bo ku Ukrayna bi ser bikeve divê em piştgiriya xwe xurtir bikin. Divê em berdewam bin li ser zêdekirina fişara li ser Rûsyayê ji bo ku ew dest ji êrîşê berde.” <

>