Macron: Min telefona xwe neguhertiye, amade me bi Pûtîn re biaxivim!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron got ku wî jimara telefona xwe neguhertiye û ew amade ye bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re biaxive.
Macron di civîna rojnamevanî ya piştî Lûtkeya Brûkselê ya Yekîtiya Ewropayê de, li ser pirsa derbarê berdewamkirina dîyaloga ligel Pûtîn got: "Heke Pûtîn dîyalogê dixwaze û heke pêşniyarên wî yên aştiyeke domdar bo Ukraynayê hebe, amade me pê re biaxivim. Min telefona xwe neguhertiye.”
Hêjayî gotinê ye, Pûtîn di bernameya Kurteya Salê ya 14ê Kanûnê de, li ser pirsa rojnamevanan a derbarê ew Macron çawa dibîne? de gotibû, “Aliyê ku dawî li dîyalogê aniye Fransa ye. Rûsya ji bo ji nû ve destpêkirina diyalogê amade ye, lê dema Parîs vê red bike em nikarin tiştekî bikin. Heke bixwazin em amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin