Macron Serokê Sûriyê bi fermî vexwend Parîsê

06 February 2025 16:28 0 dîtin
Macron Serokê Sûriyê bi fermî vexwend Parîsê

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê serdema veguhêz a Sûrîyê Ehmed Şera bi fermî vexwend Parîsê.

Serokatiya Sûriyê ragihandiye ku Macron di pêwendiyeke telefonî ya ligel Ehmed Şera de, Parîsê yên ji bo rakirina sizayên li ser Sûriyê û vekirina cihê geşepêdanê û vejandina Sûriyê aniye ziman.

Şera jî tekez kiriye ku Sûriye dê bibe beşek erênî û çalak ji herêmê û cîhanê re û wê bala xwe bide ser berjewendiyên xwe yên niştimanî yên ku di aramî, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê de cih digirin.

Macron jî Ehmed Şera ji bo beşdarî civîna Parîsê ya 13ê Sibatê ku ji bo Sûriyê tê lidarxistin vexwend Fransayê.

Hêjayî gotinê ye, Koşka Elysee ya Serokatiya Fransayê, ragihandibû ku Parîs plan dike ku di 13ê Sibatê de konferansekê li ser Sûriyê li dar bixe.

Beriya niha jî bi beşdariya Fransa, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Tirkiye û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen, Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Wekîlê Wezareta Derve ya Amrîkayê û hejmarek welatên Erebî, civînên taybet bi Sûriyê li Urdin û Erebistana Siûdiyê li da xistibûn. Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê jî beşdarî wan civînan bûbû.