Macron: Tista Erdogan li Sûriyê li Kurdan dike destwerdan e
PeyamaKurd – Di serdana xwe ya Lubnanê de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsen rojnamevanan bersivand û ragihand, “Tişta Erdogan li Sûriyê dike û şerê Kurdan dike destwerdan e, ne hevkariya Fransayê bo Lubnanê.”
Di serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Beyrûdê de rojnamevanan jê pirsî, Serokomarê Tirkiyê gotiye tişta Fransa li Lubnanê dike kolonyalîzm e, hûn li ser vê çi dibêjin? Emmanuel Macron jî bersiv da û got: “Erdogan bi xwe baş ji van tiştan fêm dike, tişta em dikin hevkarî ye, lê tişta ew li Sûriyê dike û şerê Kurdan dike, ew destwerdan e ne ku tişta Fransa dike.”
Herwiha Macron berdewam kir û wiha axivî: “Ev gelekî asan e, dema Tirkiyê Sûriye dagîr kir da ku şerê Kurdan bike û êdî êrîşî Bakurê Sûriyê kir bêyî razîbûna xelkê Sûriyê, bêyî razîbûna Hikûmeta Sûriyê, ev e ew tiştê ku jê re dibêjin destwerdan. Lewra, rêzdar Erdogan van tiştan baş dizane. Dema Fransa tê hevkariya xelkê Lubnanê dike, li ser daxwaza xelkê Lubnanê ye û em bi awayekî dostane kar dikin, dema em behsa hevkariyê dikin, ew bi rastî hevkarî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin