Macron û Starmer hefteya pês diçin Dewletên Yekbûyî

20 February 2025 09:34 0 dîtin
Macron û Starmer hefteya pês diçin Dewletên Yekbûyî

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Michael Waltz ragihand ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer wê hefteya bê serdana Amerîkayê bikin.

Piştî hevdîtinên DYA û Rûsyayê yên li ser Ukrayna li Erebîstana Siûdî, fikarên ku Ewropa di danûstandinên aştiyê de ji maseyê bê hiştin berdewam dike.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Michael Waltz ragihand ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer dê hefteya bê serdana Amerîkayê bikin.

Waltz diyar kir ku di hevdîtinê de xebatên ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê wê bên nîqaşkirin û got, “Em bi hemû aliyan re di nava têkiliyê de ne.

Di gava pêş de, tîmên teknîkî wê ji bo gotûbêjên berfirehtir beşdar bibin."