Maduro bang li hêzên hewayî kir: Li dijî êrîseke muhtemel "amade bin"

28 November 2025 08:54 0 dîtin
Maduro bang li hêzên hewayî kir: Li dijî êrîseke muhtemel "amade bin"

PeyamaKurd - Li gorî medyaya neteweyî, Maduro beşdarî merasîmên salvegera 105emîn a Hewayîya Leşkerî ya Bolîvarî li paytext Caracas bû û bertek nîşanî gefên zêde yên Amerîkayê yên li dijî welatê wî da.

Maduro ragihand ku wî ferman daye Hêzên Hewayî ku li dijî êrîşeke muhtemel a li ser Venezuelayê "hişyar û amade bin ji bo erkê".

Maduro tekez kir ku ew nêzîkî 17 hefteyan rastî gefên cûrbecûr hatine û got, "Hêzên biyanî yên emperyalîst (DYA) bi hincetên derewîn û zêdekirî ku ne raya giştî ya Amerîkayê, ne raya giştî ya cîhanê û ne jî raya giştî ya bihêz a Venezuelayê bawer dikin, bi berdewamî gefê li aştiya Deryaya Karayîb, Amerîkaya Başûr û Venezuelayê dixwin."

Maduro diyar kir ku welat bêyî ku rûmet û serxwebûna xwe tawîz bide, rêya xwe didomîne û got, "Îro, tu gef an êrîşek tune ku gelê me li Venezuelayê bitirsîne. Di bin serokatiya Bolivar de, ev gel bi aramî amade bûye ku welatê xwe, ax, derya, asîman û dîroka xwe biparêze."