Mafnasên Kurdistanê banga betalkirina cezayê Zara Mihemedî kir

14 August 2020 19:50 0 dîtin
Mafnasên Kurdistanê banga betalkirina cezayê Zara Mihemedî kir

PeyamaKurd - Zêdetirî 100 kesayetên parêzer, dadger û mafnasên Kurdistanê bi nameyekê daxwaz ji Dadgeha Mafên Mirovan û saziyên navdewletî kirin, biryara sepandina cezayê 10 sal zindanîkirina mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî şermezar bikin û hewl bidin wî cezayî hilweşînin.

Di nameyê de parêzer û mafnasên Kurdistanê sepandina cezayê bi ser Zara Mihemedî de şermezar kirin û bang li saziyên navdewletî yên di warê mafên mirovan de kirin ku zêdetir balê bikişînin ser binpêkirinên mafên bingehîn ên pêkhateyên netewî li Îranê.

Dadger, parêzer û mafnasên Kurd xwestin ku fişarê li ser Tehranê bikin da ku cezayê zindanîkirina Zara Mihemedî hilweşîne û rê bide mafê xwendina bi zimanê dayikê ji bo hemû pêkhateyên netewî.

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ku li Sinê zêdetirî 10 salan dersên Kurdî dida zarokan, di meha Gulana 2019an de ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatibû desteserkirin û paşê jî radestî Îtlaatê hatibû kirin.

Mihemedî piştî girtîmayîna zêdetirîi 6 mehan di meha Kanûna 2019an de bi kefaleta 700 milyon tumenan hatibû azadkirin, lê belê dadgeha Îranê car din cezayê 10 salan ê girtîgehê li ser sepandibû.