Marco Rubio yê dostê Kurdan bi fermî bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê
PeyamaKurd – Piştî ku doh 20ê Çile Serokê Amerîka Donald Trump sonda destbikarbûne xwar û derbasî Koşka Spî bû, îro 21ê Çile jî Wezîrê derve yê Amerîka bi fermî hate destnîşankirin.
Koşka Spî, ragihand ku Marco Rubio Wezîrê Dervê yê Amerîka ye. Di daxuyaniya Koşka Spî de hate gotin, “Em pîrozbahiyê li Marco Rubio dikin ku bi piraniya dengan weke wezîrê derve yê Amerîka hate destnîşankirin.”
Herwiha Koşka Spî diyar kir ku Marco Rubio yekem wezîr e di hikûmeta serok Donald Trump de ku hatiye diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Amerîka bi hêz vedigere û derbasî serdemeke zêrîn a nû dibe.
Hêjayî gotinê ye, doh merasîmên destbikarbûna Donald Trump weke serokê 47emîn bi rê ve çûn û Trump piştî sondxwarinê bi fermû bû serokê Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin