Mark Rutte: Hewlên Trump yên bo Ûkraynayê erênîne

10 March 2025 20:41 0 dîtin
Mark Rutte: Hewlên Trump yên bo Ûkraynayê erênîne

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte li Bosna Hersekê li zankoya Saraybosnayê di panelekî de bersiva pirsên xwendewanan da. Rutte ragihand ku hewlên Trump yên ji bo çareserkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê bi erênî dibîne, Trump dixwaze arîşeyê çareser bike, ev pêşdeçûnekî gelek başe û divê Ewrûpa li ser ewlehiya xwe ya piştî şer bifikire.

Li ser pirsa planê Trump ya li ser Ûkraynayê Rutte weha got:

“Gavekî başe ku serok Trump dixwaze pirsa Ûkraynayê çareser bike lê heya niha peymana aştiyê tine û tev di asta ku li serê dixebitin de ye. Mafê Trump heye. Lê ji bo  Ewrûpa li Ûkraynayê agirbesê û aştiyê biparêze, wê misyona garantiya ewlehiyê çawa be, li serê bifikire.

Ji bo parastinê gelek model hene ku yek ji wan niha Fransa û Îngîltere li serê dixebitin. Ez dibêjim ev tev pêşdeçûnên başin û hêvî dikim di nêz de peymana aştiyê çêbibe.”

Rutte, her weha li ser dahata NATOyê an ku ji bo mesrefên NATOyê ku divê her welatê endam desteka maddî bide NATOyê û got ku divê her welatê endam ji  dahata xwe ya beteweî ya nesafî %3yê wê bide NATOyê.