Mark Straw: ‘Serdana Mesrûr Barzanî ya Washingtonê dîrokî ye’

29 February 2024 20:06 0 dîtin
Mark Straw: ‘Serdana Mesrûr Barzanî ya Washingtonê dîrokî ye’
PeyamaKurd - Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îro 29ê Sibatê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Straw û şanda pê re kir.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li

Hewlêrê tekezî li ser hevahengî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirin û hate gotin, di hevdîtinê behsa serdana Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ji bo Amerîkayê hate kirin û her du aliyan ew serdan wekî serdaneke dîrokî ya girîng nirxand.

Di civînê de pisa sererastkirina qanûna budçeya federalî, biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê û encamên wan biryaran, pirsa hilbijartinên

Parlemana Kurdistanê, pêngavên yekxistina hêzên Pêşmergeyan û rêkeftina hevtêgihîştina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê Mark Straw piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir û bal kişand ser ku divê danûstandinên Hikûmeta

Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê yên ji bo çarekirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê bên kirin.

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê kir û helwestên Amerîkayê jî ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.