Mazlûm Ebdî: “Banga Öcalan ji bo PKKê û gerîllayên PKKê ye”

27 February 2025 21:03 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: “Banga Öcalan ji bo PKKê û gerîllayên PKKê ye”

PeyamaKurd – Serokê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser peyama serokê PKKê Abdullah Öcalan axifî û got.

“Tewrê me bi erêniye. Ev mijara aştiyê ye. Peyam ne di derbarê me de ye. Banga Öcalan ji bo PKKê û gerîllayên PKKê bû. Ne ji bo herêma me bû. Peyama ku şand başûrê Kurdistanê û her derên dinê, ji bo me jî şandibû.”

Mazlum Ebdî ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya li Kuluba Çapemeniya Netewî ya ku li Washington DCyê ji aliyê Meclisa Sûriyê ya Demokratîk de hat kirin, di rêya zoomê de tevlî civînê bû. Ebdî di civînê de li ser rewşa Rojava û banga serokê PKKê Öcalan axifî.

Ebdî got ku eger banga Öcalan ya aştiyê bê bicîhanîn wê li Tirkiyê demokrasî bêhtir pêşde here û got:

“Têkiliyên di navbera Tirkiyê û PKKê û bicîhanîna aştiyê, wê bandorê li ser me jî bike. Eger pêvajo bi ser bikeve, wê bandora erênî li ser me bike û bahaneya Tirkiyê nemîne ku êrîşê herêma me bike.”

Li ser pirsa Rûdawê ya li ser vekişîna hêzên DYAyê ji Rojava, Ebdî got:

“Li ser vekişîna hêzên DYAyê yên li Rojava ti daxwuyanî nehat dayîn. Tehdîda IŞİDê zêde bû û tora ewlehiyê ava bû. Ji ber wê, pêdiviya me bi desteka DYAyê heye. Eger hêzên DYAyê vekişin, divê ewilî ewlehî bê ava kirin û wê ev rewş bandorê li herêmê bike.

DYA, di çarçova koalisyona navdewletî de dixebite da şer di navbera me û grûbên bi ser Tirkiyê de raweste.”