Mazlûm Ebdî: Deriyên me bê minet ji koçberên Idlibê re vekirine

06 February 2020 17:10 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Deriyên me bê minet ji koçberên Idlibê re vekirine

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got ku bi hezaran koçber ji Idlibê gihîştine herêmên jêr kontrola wan û diyar kir, deriyên wan ji koçberan re vekiriye û mineta kesekî li ser kesekî din tune ye.

Fermandarê HSDê beriya niha jî daxuyaniyên derbarê pêşwazîkirina koçberên Idlibê ku ji şer û pevçûnan direvin dabûn.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku heta niha bi hezaran koçberên Idlibê gihîştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ew texmîn dikin hejmareke din ji koçberan werin.

Ebdî got: “Deriyê me ji koçberên Idlibê re vekirîne. Em gelê Sûriyê hemû yek in. Mineta kesekî li ser kesekî din tune ye. Ti dîwar navbera me de nîn e, herwiha ne zeviyên mayînkirî, ne leşker, ne nobetdarên sînor ên ku şêniyan dikin hedef jî tune ne.”