Mazlûm Ebdî li ser hevdîtina bi fermandarê CENTCOMê re daxuyanî da

18 January 2025 11:20 0 dîtin
Mazlûm Ebdî li ser hevdîtina bi fermandarê CENTCOMê re daxuyanî da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî derbarê hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla ku hatibû Sûriyeyê re agahî da.

Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de wiha got: "Civîn ji aliyê nirxandina rewşa niha ya Sûriyeyê û operasyonên hevpar ên li dijî DAIŞê ve gelekî girîng bû."

Girîngiya li ser 'hevkariyê'

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de mijara kampên ku bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên wan tê de ne, hate nîqaşkirin. Ebdî wiha got: "Me tekezî li ser girîngiya xebatên navneteweyî yên ji bo sererastkirina malbatên li Kampa Holê û dabînkirina ewlehiya girtîgehan kir.

Me girîngiya xurtkirina hevkariyan û rola krîtîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêkanîna agirbesteke mayînde li bakurê rojhilatê Sûriyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li seranserê welat dubare kir."